Yaşam

Peyvsaziya devokên kurmancî di pirtûka Mackenzie de

Mînakên Kurmanciya Jorî

Em ê îro li dûv bîr û boçûnên D. N. MacKenzie yên di pirtûka Kurdish Dialect Studies I[1] bala xwe bidin peyvsaziya devokên kurmancî (rûpel: 214-219). Me berê bîr û boçûnên wî yên der barê peyvsaziya devokên kurmanciya naverast (soranî) de pêşkêş kiribû, li wir dabû xuyakirin ku em ê li ser devokên kurmanciya jorîn jî binivîsin. Di dawiya vê gotarê de em ê peyvsaziya her du zaravayên kurdî bi kurtasî bidin ber hev.

PEYVÊN HEVEDUDANÎ

Li gorî MacKenzie di devokên kurmancî de du cure peyvên hevdudanî hene.

1. Du navdêr an jî rengdêr digihêjin hev û navbergira /û/ dikeve navberê. Ev cure pir ne berbelav be jî nimûneyên wê hene.

Mînak: karûbar, serûçav, teyrûtewal (balinde), êkûdû…

2. Bi dubarekirina dengên zimîn û bi alîkariya navbergira /-e-/ pêk tê.

Mînak: bilqebilq, huşehuş, kusekus, xirexir…

3. Hinek peyv jî bi dubarekirina navdêran û alîkariya paşgira biçûkker /-ok/ê pêk tên.

Mînak: virvirok, xalxalok, xazxazok…

4. Du navdêr tên ber hev yek yekê rave dike, ev her du navdêr ne forma ravekê de lê hin caran raveker û raveber cih diguherin her wekî; “kana gilê” dibe gilkan, hin caran jî raveber û raveber li cihê xwe ne, lê di navberê de veqetandek nîn e, her wekî jina bavî dibe jinbav.

Mînak: gilkan, meçêtir (ji me çêtir), rojava, birazava, gulbihar, kurxal, kûregêç (çala sotina gêçê), jinbab…

5. bi alîkariya navbergira /-e-/ du navdêr tên ber hev û peyveke hevedudanî pêk tînin.

Mînak: avemast, bereaş, falkepûnk, janeser (serêş)…

6. Rayeka dema niha ya lêkeran an jî pareng (past participle) wekî paşgir tên bikaranîn û peyveke nû bi dest dikeve.

Mînak: didankêş, desgir (destgistî), mêrkuj, masîgir, serşo, serşok, desberday (destbelav), tilday (werimî), xûngirtî

7. Peyvên hevedudanî yên raveker bi piranî ji navekî û rengdêreke raveker pêk tên. Kêm caran jî navdêrek tê ber navdêreke din.

Mînak: bakurove (şilope)

Dibe ku rengdêra raveker berî navdêrê jî were.

Mînak: kew, reşmal, zirbab…

Carinan jî li pey navdêrê tê, her wekî; dehlereşik, kunemêrûsûar, masîxirik, pezkûvî, tûmirî (tûyên derewîn)…

Carinan jî dengê navbergir /-e-/ dikeve navberê.

Mînak: kirmesorik, kêzereş (çirçirk)…

Hinek ji van peyvan bi pêşgira neyîniyê /ne-/ pêk tên. Her çiqas MacKenzie ev peyv wekî peyvên hevedudanî hesibandibin jî, ew peyvên dariştî ne, lewre li vê derê pêşgira /ne-/

Mînak: nehiş, nexoş…

Peyvên hevedudanî yên talî yên rengdêrî dibe ku yên xwedîtiyê an jî yên daçekî bin. Di van peyvan de carinan rengdêr tê pêşiyê, caran jî diçe paşiyê. Yên xwedîtiyê wateya xwedîtiyê didin.

Mînak: durû, giranba, zilaqûnk, bênteng, çirikdirêj, dumeqesik, hestîsivik, xûnşîrîn, navçavşîn, serrût, serteşî, pirçzer

Her daçekî daçekê werdigirin. Bo nimune, gelek peyv jî bi alîkariya daçekên /pi[2]-/ û /bê-/, /ber-/, /pêş-/ bi dest dikevin.

Mînak: piçek, pihîvî, pihewes, pilez, bisanaî, pişiyarî, pitişt (ducanî), bixeber, bêxwê, berdest, berpirs, pêşçav, tixew…

PEYVÊN DARIŞTÎ

Ev paşgirên li xwarê navdêran çêdikin:

1- Navdêrên Razber

a) Paşgira /-î/ ji rengdêran navdêrên razber çêdike.

Mînak: ecizî, giranî, kora[3]î, layiqî, sivikî, sarî, şiyarî, tûraî, xûndarî…

Ev paşgir /-î/ bi rengên /-aî/, /-atî/ û /-yatî)[4] jî xwe nîşan dide.

Mînak: dirêzaî, panaî, panatî, dujminatî, kiçikatî, kevnatî, soryatî, sivikyatî…

Her wiha paşgirên /-înî/ û /-anî/ jî navdêrên razber ên rewşê pêk tînin.

Mînak: dostînî, dostanî, hevalînî, lavanî (ciwantî)…

b) Paşgirên Biçûkker

Paşgirên li xwarê wateyên cur bi cur didin navdêrê, mirov dikare hinekan ji wan wekî biçûkker (diminutive) pênase bike. Pirî caran wateya peyva xwerû naguhere û bikaranîna paşgirê jî bidilxwazî ye.

(i)k: axurik, balîfik, berik (xiçîk), bêrik, berrik, berxik, dorik, guharik, hirmî>hirmîk, colan> colank (çîncir), lihêfik…

-ok: binefşok, benok, beniştok, bazinok, bizmarok, dudevok, kengirok, lixavok, qeleflok, teyrok, zimanok

-lik, -lke (kêmtir): spîlik, pêşûlke, pişîlka mîra …

oşik : beqmaroşik, dapîroşik (pîrevok)…

2- Navdêrên Şênber

Paşgirên -(e)van[5], -çî[6] navdêrên bazirganî/ berhemendiyê pêk tînin.

Mînak:evan, berxevan, karevan, rezevan, neçîrvan, tenûrvan; çaçî, lexmeçî…

-ker, -kar: Ev her du paşgir wateya biker didin peyvê.

Mînak: şerker, harîkar…

-an, -ane, -anê: Navên lîstikan pêk tînin.

Mînak: holan (polo), çemkane (hokey), damanê (nehberk), golanê (fûtbol), ketîkanê (pêncok), lukmanê (boks), mehrûxetanê (şêr û xet)[7], matanê (lîstika bi xaran), sertirincanê (kişik), xolêkdananê (gulaş)…

3- Paşgirên ku rengdêran çêdikin.

-î: Ji navdêran rengdêran çêdike.

Mînak: binî, gundî, pivazî, qehweyî, qirêjî…

-ok: ev paşgir kêm caran wekî /-o/ jî tê bikaranîn û ji navdêran rengdêrên çawaniyê pêk tîne.

Mînak: tirsok, gilîzo (devgirêz), kilmîşo (çilmok, lîçok)…

-dar: Ji navdêran rengdêrên xwedîtiyê pêk tîne.

Mînak: birîndar, deyndar, kovandar, xûndar…

D. N. MacKenzie di dawiya vê beşê de qala paşgirên /-în/ û /-andin) ên ku lêkeran pêk tînin jî kiriye, ji bo wan jî ev mînak dane elemandin, elemîn, hebandin, hebîn, helandin, qetandin…

Hevrûkirina peyvsaziya kurmancî û soranî

Di pêkhatina peyvên hevedudanî de rêzik û rêbaz yek e. Rêbaza pêşîn a pêkanîna peyvan bidestxistina pevyên hevedudanî ye. Di vê rêbazê de carinan du peyv tên ber hev û peyveke nû pêk tînin carinan jî navbergirek dikeve navberê. Pêkanîna peyvên hevedudanî yên sade di devokên her du zaravayan de jî wekî hev in. Bo nimûne; çalaw (çalav), çermega, gulegenim (gulgenim)…

Navbergira /û/ a kurmancî di soranî de her wekî /û/ hem jî bi rengên /ew/ û /aw/ derdikeve pêşberî mirov. Her wekî bejnûbala (bejn û bal), rêkûpêk, rengawreng. Navbergira /e/ di her du zaravayan de jî heye; xirtexit, qaspeqasp (qebeqeb).

Paşgira /-î/ û alomorfên wê di her du zaravayan de wekî hev in. Ev paşgir navê diyardeyê çêdike: agadarî (agahdarî), asanî (hêsanî), bilindayî, birayetî… Paşgirên biçûkker di her du zaravayan de jî hin caran wekî paşgirên bêjesaz kar dikin. Lê belê hejmara paşgirên biçûkker di soranî de ji hejmara paşgirên bi heman peywirê zêdetir in.

Mînak: baxçe, destik, lûtke, tîrok, firfiroke, xirkele, mêrûle, pişîle, gurçîle, karîle, mêşûle, dasûlke, gozele, kiçole…

Rayeka dema niha û pareng di her du zaravayan de jî wekî binkeyên bêjesaz têne bikaranîn.

Mînak: baweşên (baweşînk), bizinmij, xwênrêj (xwînrêj), zorzan (pirzan), soravkiraw (soravkirî)… Paşgirên bêjesaz di her du zaravayan de nêzî hev in. Wekî mîna paşgirên -dan (derzîdan), -ga /-geh (tavgeh), -istan (şaristan), -dar (beşdar), -baz (qumarbaz), -ker (şerker), -lan (berdelan, ), -ger (asinger/hesinkar), -e (kone), -er (kujer),-în (agirîn), -men /-mend (dadmend), -kar (reşkar), -ewan/ -van (aşewan/ aşvan)… di her du zaravayan de ji bilî guherîna rêzikî ya hin dengan wekî hev in.

Paşgira -çî ku ji tirkî derbasî kurdî bûye di her du zaravayan de jî heye. Mînak: boyaxçî, çayçî… Di dawiyê de em dikarin bibêjin ku peyvsaziya her du zaravayan nêzî hev e û gelek morfemên bêjesaz di her du zaravayan de bi reng û wateya xwe yek in.

Binêre:

[1] MacKenzie, D. N. (1961). Kurdish Dialect Studies-I, Oxford University Press, London.
[2] Mackenzie ew wekî /pi-/ daye lê di zimanê nivîskî de wekî /bi-/ cihê xwe girtiye. Her Mackenzie /bi-/ û /bê-/ wekî daçek bi nav kirine, lê ew bi xwe pêşgir in.
[3] Dema ku du dengdêr tên ber hev ji dengên alîkar (y, w, h) yek dikeve navberê. koraî dibe korayî, toraî dibe torayî.
[4] Her çiqas MacKenzie qal nekiribe jî ev bi rengê /-tî/ jî derdikeve pêşberî mirov. Her wekî hevaltî, dijmintî, xayîntî…
[5] Ev paşgir di kurmanciya Bakur de wekî /-van/ tê bikaranîn, her wekî baxvan, rezvan, aşvan …
[6] Ev paşgireke tirkî ye, jixwe peyvên ku hatine dariştin (çayçî, laximçî) jî ji tirkî derbasî kurdî bûne.
[7] Navekî “yazı tura” ya tirkî jî “şil û ziwa” ye li şûna pereyan bi kêvir tê lîstin.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

sehzadeler-haber.com.tr

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Kaliteli, türbanlı Arnavutköy eskort kızlar
-
Başa dön tuşu
escort
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort
adalar escort
arnavutköy escort
ataşehir escort
avcılar escort
bağcılar escort
bahçelievler escort
bakırköy escort
başakşehir escort
bayrampaşa escort
beşiktaş escort
beykoz escort
beylikdüzü escort
beyoğlu escort
büyükçekmece escort
çatalca escort
çekmeköy escort
esenler escort
esenyurt escort
eyüp escort
fatih escort
gaziosmanpaşa escort
güngören escort
kadıköy escort
kağıthane escort
kartal escort
küçükçekmece escort
maltepe escort
pendik escort
sancaktepe escort
sarıyer escort
şile escort
silivri escort
şişli escort
sultanbeyli escort
sultangazi escort
tuzla escort
ümraniye escort
üsküdar escort
zeytinburnu escort
istanbul escort